Kultur

Kerîmî li nav 10 baştirîn projeyên festîvala Fîlma Cannes 2020

Nûtirîn projeya sînemayî ya sînemakarê Kurd Keywan Kerîmî li navbera 10 baştirîn projeyên ber bi çavên cîhanê li 73. xula festîvala navneteweyî ya fîlma Cannes 2020 de hate hilbijartin.

Nûtirîn û dûyemîn projeya sînemayî ya sînemakarê Kurd yê xelkê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê Keywan Kerîmî bi nûnerayetiya li welatê Îran, li navbera 10 baştirîn projeyên dawî yên beşa “sînemaya cîhanî li Cannes” Cinema du Monde li 73. xula festîvala navneteweyî ya fîlma Cannes li sala 2020 hate hilbijartin û derhênerên van 10 projeyan, li rojên birêveçûna vê rûdana girînga sînemaya cîhanê da li bajarê Cannnes li welatê Fransa amade dibin û li civînê de pîsporên wê têda beşdarî dikin, bînerê fîlmên festîvalê dibin û li gel cîhana pîşeya sînema jî ji nêzîk ve nas dikin.

  1. xula festîvala navdewletiya fîlma Cannes bi Serokayetiya Pierre Lescure û bi birêveberê hunerî Thierry Frémaux ji ber belavbûna virusa Korona heta niha ne xûyaye ku kengê li ku û bi çi awayekî birêvediçe. Lê belê beşa bazara festîvala navdewletî ya fîlma Cannes bi navnîşana serekî ya Marché du Film li rojên 22 heta 26ê meha 6 ya sala 2020 bi awayeke online birêvediçê.

Ji bo zanyariyên zêdetir:

https://www.lescinemasdumonde.com/en/la-fabrique/2020/projet/do-you-know-anything-about-omid
https://www.lescinemasdumonde.com/en
https://www.if.institutfrancais.com/fr/actualite/la-fabrique-cinema-2020-et-son-parrain
Balkêş e ?
Close
Back to top button