Civak

Xiristiyan beşek in ji gelê Kurdistanê..Ev welatê me hemûyan e

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Patriyakê Antakya û Serokê Dêra Suryaniyên Ortodoks li cîhanê û şanda pê re kir û di hevdîtinekê de ragihand ku ew ji nîgeraniyên pêkhateya Xristiyanan li navçeyên din ên Iraqê têdigihin.

Îro Yekşema 27.1.2019 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Xristiyanî-Ortodoks bi serokatiya Patriyakê Antakya û Serokê Dêra Suryaniyên Ortodoks, Mar Agintiyos kir. Di nav şanda wî de çend Metranên Suryaniyên Kurdistan û Iraqê jî hebûn.

Di civînê de şanda mêvan spasiya Kurdistanê kir bûye cihê hewandina Xristiyanên ku ji ber şer koçber bûne. Her wiha pêwendiyên dîrokî yên Kurdan û Xristiyanan û çanda pêkvejiyana aştiyane ya li Kurdistanê hat axaftin.

Mesrûr Barzanî ji şanda mêvan re got ku gelê Kurd şanaziyê bi pêwendiyên xwe yên dîrokî ligel Xristiyanan dike û vê yekê wek xaleka bihêz dibîne û ragihand, ew ji fikar û nîgeraniyên Xristiyanan li deverên din ên Iraqê fam dikin ji ber wê jî dê li ser alîkarîkirin û piştevanîkirina Xristiyanan berdewam bin.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê şanda mêvan piştrast kir û got, Xristiyan beşek in ji gelê Kurdistanê ji ber wê jî gelê kurd, bi ti awayekî pişta Xristiyanan bernade çimkî Kurd hurmeta hizra cuda û netewên cuda digirin.

Mesrûr Barzanî ji Xristiyanan xwast ku Kurdistanê welatê xwe bibînin û koçberî welatekî din nebin û wiha got: “Pêwîst e em hemû vî welatî bi welatê xwe bibînin û nabe em dev ji welatê xwe berdin.”

 

Back to top button