Nivîsar

Xetera Xwepiçûkdîtinê

Xwepiçûkdîtin, nexweşiyeke mezin e ku di nava xelkên bindest û yên lipaşmayî de hertim tê xuyakirin. Ev nexweşî jî, eynî weke nexweşiya ku ji tirs û lêdanê ji zarûktiyê ve bi mirovan re çêdibe, tê domandin.

Mamosteyên ku pedagojî xwendine û bizişkên ku bi salan nexweşên rûhî tedawî kirine, rind bi vê meselê dizanin.

Hin caran ev nexweşî, wek millet jî bi mirov re çêdibe û bi sedê salan ew milet nikare xwe ji wê nexweşiyê rizgar bike.

Çar-pênc roj berê, min kurtegotarek bi sernavê ”NETEWEYÊ KURD BAVÊ MEDENIYETÊ YE” li malpera Facebooka xwe belav kiribû. Hin biraderan xwe bi awayekî medenî zêvir kiribûn û herwekî min ev gotin ji ber xwe ve gotiye, daxwaza nîşandana çavkaniyê kiribûn. Ew kurtenivîsa min ev e li jêrê:

“Ez bi vê gotinê, xwe dispêrim hin çavkaniyên Rojavayê ku dibêjin: ´Neteweyê Kurd bavê medeniyet û şaristaniyê ye.` Sedem jî weha tê gotin:

– Ev gutla dinyayê demeke dirêj wek agir û êtûn domandiye. Piştre sar bûye û mercên jiyanê li serê çêbûne. Ew devera ku jiyan li serê jî dest pê bûye, pêşî meyana Kurdistanê bûye. Kesên ku pêşî wek mirov dest bi jiyanê kirine jî, Kurd bûne.

– Kurdan pir ajal û heywanên kovî kedî kirine weke mih, bizin, hesp, beraz û hwd… Herweha hin tiştên xwarinê yên weke genim, nîsk, nok û hwd jî isleh kirine û xistine sûdmendiya mirovan.

– Demek hatiye ku navenda Rojhilata Navîn ji Kurdanm re teng maye. Beşeke mezin Kurdan li ser riya Qefqasiyan, ber parzemîna Ewrûpayê ve çûne û her birek ji wan, li herêmekê bi cih bûye û di pêvajoya demê de jî dewlet ava kirine.

– Piraniya pêxemberên Xwedayê mezin ji Kurdan rabûne. Navê Yesûs Pêxember jî bi peyveke Zimanê Kurdî wek ÎSA hatiye nasandin. Jixwe diyar e ku Mihemed Pêxember jî, neviyê Berhîm Pêxemberê Kurd bûye.

– Kurd jî tê de, ji van birên mirovan ên li Ewrûpayê re, Nijada Arî û ji bo zimanê wan jî Famîleya Hindoewrûpî tê gotin.

– Ew neteweyên ku niha bi vî zimanî dipeyivin (ji bilî Kurd, Faris, Belûc, Pakistan û Efganiyan) pir berepêş çûne, dewlemend bûne û li dinyayê bûne xwedanê nûjentirîn dewletan.

– Dema mirov di kûrahiya mêjû de li van rewşên hanê dinihêre, mirov bi awayekî eşkere fêm dike ku Neteweyê Kurd Bavê Medeniyet û şaristaniyê ye.

Hêvîdar im ku ciwanên Kurd ên zana û zîrek, lêkolîn li van rewşan bikin û lêkolînên xwe bi Zimanê Kurdî binivîsin…” û bikin malê mêjû.

Îcar dixwazim vê gotinê bêjim ku çi dema naverokek hate gotin û nivîsek hate weşandin, ew rast e û çavkanî ye heta ku vajiyê wan bête eşkerekirin. Lê eger vajiyê wê nehat eşkerekirin, ew gotin û ew nivîs weke rast bi bêgavî têne pejirandin û wek belge jî têne nîşandan.

Pêşî dixwazim bêjim ku piraniya rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd, dema li ser pirsgirêka Kurd û Kurdistanê radiwestin, ew tenê di nava Sedsala 19 û 20î de dinirxînin. Lê ew xwe didin jibîrkirin ku jiyana Neteweyê Kurd a mêjûyî digîje Kutî û Kurtiyan ku 15 hezar sal berê bûye. Jixwe hin kesên din jî hene ku herwekî wan, Neteweyê Kurd di salên 1975-76an de peyitandiye û ji bo vî xelkê nûdîtî dest bi doza mafan kirine.

Ev babetên ku min nivîsîne, tev rast in û pisporên Ewrûpayê jî hertim li serê dipeyivin.
Mesela ku jiyan, pêşî li Mezopotamyayê dest pê kiriye jî, rast e û her kes pê dizane û dibêje. Mezopotamya jî îro di navenda Kurdistanê de ye.
Mesela ku koçberîyek ji Mezopotamyayê ber bi Ewrûpayê ve çêbûye, rast e û her kes jî pê dizane.

Mesela ku Kurd çu car ji ser vê axa bi nave Kurdistan neçûne û ji devereke din jî Kurd nehatine ser vê axê, rast e û her kes jî pê dizane.
Meseleya ku niha gora 9 pêxemberan li bajarê Gêlê (Egil/Amed) ne, ew jî rast e û kes nikare nikar bike, lewra ew li ber çavan in.
Mesela ku Berhîm Pêxember ji ber Nemrûdê Kurd ji Semsûrê reviyaye û çûye Mekê, Mihemed Pêxember jî ji kurdê wî Smayîl zêde bûye, ev jî rast e û her kes jî pê dizane.
Baş e, div ê meselê de tiştê ne rast çi ye?

Pirsa ku “Çima Kurd ketine vê rewşa xirab” jî, bila siyasetmedar bersiva vê pirsê bidin. 

07/ 11/ 2013 
Zeynelabidin Zinar
[email protected]

Back to top button