Civak
Xelkê Wanê ji ber Corona ji bajar derdikevin
Piştî ku piştrastkirina hebûna virusa Corona ya li bajarê Wanê, xelk dixwaze ji bajar derkeve û daxwazên li ser biletên firoke û otobusan gelek zêde bûye.
Li gor zanyariyên ji rojnameyên bajarê Wanê, xelkê Wanê ji doh ve dest bi derketina bajar kirine û daxwazên li ser biletên otobus û balafiran gelek zêde bûye. Her wiha didin zanîn ku piştî ku Ibrahim Kalin Peyvdarê Serok Komariyê daxuyaniyek belav kiriye û daxwazên li ser biletan gelek zêde bûne û cih ji bo çûyîna li balafir û otobusan de nemaye.
Her wiha didin zanîn ku gelek şîreketên otobusan li ser daxwazan dest bi seferên zêde kirine.