Kultur
Şivan Perwer hişyariya virusa Coronayê dide
Hunermendê Kurdistana mezin Şivan Perwer li ser tora civakiya facebookê videoyek belav kir û di derbarê betalkirina konserên Newrozê de, agahiyê dan hezkirên xwe xwest ku kesek ji bo betalkirina bernameya Newrozê neyên tawanbar kirin.
Her wiha Şivan Perwer got: Xwe ji vê bela reş ya virusa Corona biparêzin, ku gihîştiye gelek welatên cîhanê. Zêde têkiliya hevdû nekin û xwe gelek baş biparêzin. Ji ber vê virusa Corona dewletan li cihên girtî, civîn, festival û hemûyan çalakiyên bo kom û komel qedexekirin. Ji ber wê yekê jî hemû bernameyên Newrozê jî hatin betalkirin. Derfeta her tiştî heye, em dikarin demên pêş de dîsa konseran sazbikin.