Xelk ji ber çalakiyên PKKê direvin
Serokê HUDA-PARê Zekeriya yazicioglu rojnama Yeni Şaf a tirkî de rewşa siyasî li Bakurê Kurdistanê nirxand.Yazicioglu dibêje: Çalakiyên PKKê bandora xwe li encama hilbijartina kir. Em wek Huda-Par neketin hilbijartina, bi vê helwesta xwe me leyiztikên li ser partiya me tên leyiztin vale derxistin.Yazicioglu berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje ku, ji ber PKKê 10 hezar insan tenê ji herêma Şemzînan reviyan û çûne Başûrê Kurdistanê.Nihah li Farqînê hinek tax bi temamî vale bûne û li Diyarbekir li Surê jî gelek xelkê terka malên xwe kirine.Yazicioglu dibêje ku operasyonên dewlet li bajara dike jiyana xelkê zehmet dike.Ev yek ne tiştek baş e. Xelk bi rojan ji bo qedexekirinê nikare ji malên xwe dekevin.Yazicioglu dibêje, eger hinek xendeqan bikolin, jiyana xelkê bêxe tehlûkê de erka dewletê ewe ku hemwelatiya biparêze.Yazicioglu behsa çareseriyê jî dike û dibêje.Divê çareseriyek çêbibe. Nabe mafên xwezayî yê milet bibe bazara gotubêjan. Ji îro pêde muxatab gel bi xweye. Divê herkesekî re pêwendî werê danîn û çareserî bi vî awayê peyda bibe. Li herêmê, partiyên siyasî, dezgehên sivîl û akilmend hene. Divê sistem ji nûve bê nirxandin .