CivakRojev

Xelil Bozan Beg koça dawî kir

Xelil Bozan Beg ji malbata begên Kobaniyê û malbata mezinên Beraziyanin. Xelil sala 1955 li Kobanê ji dayik bûye. Piştî xwendina xwe ya Bekelorya li Enqere zaningeha Enqere beşê Seydeliyê(Pharmacy) xwendiye.

Xelil Piştî demekî wegereya Rihayê jiyana xwe li vê derê berdewam kiriye. Piştî karaseta Kobanê li Rihayê Komeleya Arikarî û Hevgirtina Kobanê ava kiriye û serpereştiya vê Komeleyê Kiriye. Wek dezgehek sivîl li penaberên Kobanê xwedi derketine û xebatek hêja û berbiçav kirine.

Xelil endamekî Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye(KDP-T)bû. Demekî dirêj endametiya Komiteya Rêvebir û herweha sekreteriya Giştî ya vê partiyê kiriye.

Xelil Bozan dilsozek rêbaza Barzanî bû, her di vê çerçoveyê de xebata xwe kir û siyasetmedarek bi kesayet bû. 

Bi wefata Xelil Bozan valehiyek di refên tekoşerên azadixwazin Kurdistanê de peyda bû. 

Roja 30.01.2022ê termê Xelil ji bo sipartina axê ber bi Kobanê ve tê veguheztin.

Back to top button