Abdurrahman Kurt, parlementerê berê yê Diyarbekirê û endamê serkirdeyatiya AKPê, di derbarê rojeva siyasî û herweha li ser nakokiyên navbera Îmralî û PKK/HDPê de, Medyascopê li gel Ferit Aslan axivî.
Endamê serkirdeyatiya AK Partiyê û parlementerê berê yê Diyarbekirê Abdurrahman Kurt dibêje ku; Ji bo “pêvajoya çareserî”yê ji aliyê HDP û PKKê ve hat xirakirin AKP gelekî aciz bûye, nabê AKP ji bo vê aciziya xwe pişta xwe bide Kurda. Kurt got: Di vê derbarê de car cara hinek xeletî hatin kirin, lê niha AKP ev xiyaneta hanê ji Kurdan re gotiye û rastî derketiye holê.
Kurt gotina Erdogan ya ku dibêje: Yê li Edîrne (Demirtaş) dê hesabê herî mezin bide yê li Îmralî(Ocalan) jî nirxand û got:Birêz serokkomar ya heyî got. Herkesek dizane ku di “pêvajoya çareserî”yê de PKKê û HDPê xiyanet li Ocalan kir. Rojava li himber Ocalan Demirtaş derxist pêş. Wan jo ji bo pêvajoyê dawî bînin rolê xwe leyiztin.