CîhanRojev

” Tirkiye bûye dewletek polîsî “

Wezîrê Dadê yê Tirkiye Abdulhamit Gul piştî 4.6 mehan dev ji postê xwe berda û dewsa wî de,wezîrê berê yê Dadê û kesayetek girîng di nava AKPê de Bekir Bozdag hate tayîn kirin.

Tê zanîn ku di nava AKPê de gelek wezîr ji kiryarên hev acizin û herî dawiyê Erdogan biryarê dide. Li gora medyayê Gul ji bo ku wezîrê navxwe Suleyman Soylu gelek midaxaleyê dadweriyê dike û Gul nekariyê rê li vê yekê bigre îstifa kiriye. Bê guman îstifa li gor daxwaziya Erdogan bi xwe pêkhatiye. Herweha  hinek çavkanî di nava AKPê de dibêjin ku, guruba Stanbulê midaxeleya gelek tişta dike  Abdulhamit Gul ji vê yekê aciz bû, lê nekarî ji wan re bibe asteng.

Li gora rojnameya DW; Gul ji hevalên xwe yên nêzikre gotiye ku,”Tirkiye bûye dewletek polîsî”. Wek din wezîrê navxwe di siyaseta ewlehiyê de guh dide şirîkê Tifaqa Cumhur MHPê û ev yek zererek mezin dide  dewleta Huquqê. Ji aliyek din guruba Stanbulê bi serê xwe tevdigere û ev yek dibe sedema binpêkirina mafê mirovan .

Piştî îstifa Gul tê îdiakirin ku, dê dadweriyê de gelek tişt bêne guhertin û eve demek bû bi helwesta Gul guruba Stanbulê di nava AKPê de aloz kirîbû, lê dixweyê dê ew cardin bandora xwe destve bînin. Ji bo vê yekê piştî Berat Albayrak , Soylu karî Abdulhamit Gul jî ji dewrê derêxe û pêşiya xwe veke. Ji ber ku gelek cara Gul û Soylu li hev nakiran û gelek meseleyan de dihatin himberê hev.

Back to top button