KulturRojev

Xeleta Yekemîn bo Filmê CÎRAN

Filmê derhênerê Kurd Mano Xelîl, di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Monsê, ku êvara şemiyê li Belçîkayê bi dawî bû, xelata „Grand Prix“ a herî mezin wergirt.

Fîlma “Cîran” çîroka zarokekî kurd ê şeş sali ye, ku li gundekî kurdan li ser sînorê „Tirkiye û Sûriyê“, û malbata wî û c^ranên wan e. Bi hatina mamosteyekî Baasî ê faşîst ku hewl bide wan esîmile bike, nifir dijminayetiyê dixe nav wan de, bi rengekî trajîdî û bi neqşek îronî zulma faşîstên Baas li dijî miletê Kurd û dîktatorya rêjîma Sûriyê tîne ziman.
Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Monsê ya îsal, ku yek ji girîngtirîn festîvalên navdewletî ye, ku salane li Belçîkayê tê lidarxistin, bû şahidê xwenîşandaneke sînemayî ku tê de 78 fîlmên dirêj û zêdetir ji sed fîlmên belgeyî û kurtefilm hatin nîşandan.

Jûriya Festîvalê ji fîlmçêkerên navdar, ekterên navneteweyî, senaryonivîs û muzîkjenên navdar ên ku di warê sînemaya navneteweyî de kar dikin û xwedî dîrokeke dirêj û salên xebata hunerî ne, pêk dihat, ku xelat bi pîşeya ku nûnertiya wan dikin, hat dayîn. „Grand Prix“ yan jî Xelata Mezin a Festîvala Monsê netenê ji aliyê finannê de, li ji aliyê logistîk jî alîkariya dide ku Film li welatê Belcîka derbasî belavkirinê bibe û derbasî sînemayên vî welatî bibe.


Filmê Cîran, yekemîn fîlme ku leystikvanên ereb, kurd û yên beyanî li kêleka hev beşdarî filmekî li ser Kurdan dibin û bi hemû mirovahiyê re qala çîrokeke kurdî dikin.

Tê zanîn ku filmê “Cîran” heta niha bi dehan xelatên navdewletî bi dest xistine, ûhatiye û tê vexwendin bo beşdarbûna zêdetir ji sed festîvalên filman, û wê demek pês de derbasî perda spî li welatan weke Swîsra, Keneda, Amerîka, Australya, Almaniya, israîl, Bakurê Makedonya û çend welatên Skandînavya yê ji belav bibe.

Back to top button