CîhanRojev

Ji bo arikariya benaberan xelata Nobelê difroşe

Li Rusya berpirsiyar û koardînatorê giştî yê rojnemeya Novaya Gazeta Dimitri Muratov xwediyê Xeleta Aşitiyê ya Nobel e. Muratov niha xelata xwe ya Nobelê ji bo arîkariya benaberên Ukraynî bike difroşe.

Muratov di rojnemeya Novaya Gazeta yê de makaleyek nivîsîye û daxwaz dike ku, ji bo firotina xelata Nobelê pêwendî li gel bê danîn. Muratov di nivîsa xwe de banga agirbestiyê dike û dibêjê ku gerek gelek zû arikariya benabera bê kirin û rêyên derketina sivîlan werin vekirin.

Rojnemeya Novaya Gazeta ne hevalbendê desthilatê ye û li himber desthilatê muxalefetê dike. Moratov ji bo parastina azadiya ramanî sala 2021ê ji Filîpînê li gel Maria Ressa xelata Aêitiyê ya Nobelê wergirtîbû.

Back to top button