Polîtîk

Xelata Hrant Dink İsmail Beşikçi wergirt

Civaknasê navdarê Tirk Ismail Beşikçi xelata rojnamevanê Ermenî Hrant Dink wergirt.

Xelata Hrant Dink her sal didin wan kesan ji tundî cûdaxwaziyê dûr bin û ji bo azadî û cîhaneke dadmendî xebatê dikin û ji bo armancan jî zimanê aştiyê bilind dikin û daxwaz ji mirovahiyê dikin ku ji bo van armancan têbikoşin û hêvî bidin mirovan. Her wiha vê xelatê didin sazî an jî kesekî li nav Tirkiyê û li derveyê Tirkiyê de be.

Beşikçi ku vê xelatê li roja ji dayikbûna Dink de wergirt got: Ji bo vê xelata 2012 Navdewletiya Hrant Dink gelek spas dikim û ev xelat ji bo bextewerî û şaniyeke mezine. Hêjayî gotinêye ku Beşikçi îsal li Hewlêrê ji aliyê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ve xelata Barzaniyê Nemir jî wergirtibû.

Back to top button