Polîtîk

Li Sêrtê rojnameyeke Kurdî, Tirkî û Erebî dest bi weşanê kir

Li bajarê Sêrtê rojnameyeke bi navê “Siirtten Öte” bi awayeke heftane û bi sê zimanan Kurdî, Tirkî û Erebî dest bi weşanê kir.

Rojnameya (“Siirtten Öte”) ku rojnameyeke herêmî ye û heftiyê carek derdikeve, hewl dide bûyerên siyasî û çandî yên herêmê bi sê zimanan binivîse. Yekem hejmara rojname ku îro hate belavkirin Zana Aksu Sernivîskarê Rojnameyê li nivîsîngeha rojnameyê daxuyaniyek da û Aksu ji ber sê zimaniya rojnameyê bexteweriya xwe nîşanda got: Emê hewl bidin li vê herêmê rojnameyeke pîşeyî bikin û girêdayî prensîbên karê rojnamevaniyê bibin.

Hêjayî gotinêye ku li bajarê Sêrtê eve sêyemîn rojnameya Kurdî ye ku dê weşana xwe bike. Yekem Rojnameya Kurdî Rojnameya Sêrta Azad bû ku li sala 2002 an de bi awayeke fermî weşana xwe kiribû û li Bakûrê Kurdistanê yekemîn Rojnameya Kurdî bû ku bi awayeke fermî karibû weşanê bike. Lê ji ber rewşa aborî û nebûna piştgiriyê, rojname piştî sala 2004 weşana xwe rawestand.

 

Back to top button