Cîhan

Xamineyî: Vexwendina Serokê Amerîkayê ji bo gotûbêjê xapandina raya giştî ya cîhanê ye

Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî dibêje: “Vexwendina Trump li bara amadebûna Amerîkayê ji bo gotûbêjkirina digel Komara Îslamî, xapandina raya giştî ya cîhanê ye.”

Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî daxûyakirin kû, Em çend sala rûniştin û me danûstandin kirin. Vî kesî danûstandinên temam û îmzekirî avêtin ser masê û ew xira kirin.

Xamineyî di wê baweriyê de ye ku danûstandinên bi rêveberiya niha ya Amerîkî re dê sizayan ranekin, lê dê wan dijwartir bikin.

Xamineyî herwiha got: “Amerîka bi nîşandana amadebûna xwe ji bo danûstandinê, dixwaze vê nêrînê çêbike ku alîgirê gotûbêj û aştiyê ye, lê Tehran ne amadeye danûstandinan bike”.

“Eger gaveke şaş ji aliyê Amerîka û ajanên wê ve hebe, ew ê herî zêde zirarê bibînin. Em li şer nagerin, lê bêguman em ê bi biryar bertek nîşan bidin.”

Trump piştî ku vegeriya Qesra Spî, siyaseta xwe ya “zexta tund” ya li dijî Îranê ku di tûra yekem de bi kar anîbû, nû kir. Di çarçoveya wê siyasetê de, Amerîka ji rêkeftina atomî vekişiya

Peyman di sala 2015an de di navbera Tehran û welatên rojava de hatibû îmzekirin. Di çarçoveya peymanê de cezayên aborî yên li ser Îranê hatibûn rakirin û Tehranê bernameya xwe ya nukleerî sînordar kiribû.

Roja Înê, Trump got ku wî nameyek ji rêberê olî yê Îranê Alî Xamineyî re şandiye û jê xwestiye ku li ser bernameya nukleerî gotûbêj bike yan dê ji bo wan xirab be.

Di mehên dawî de, Tehranê bi sê welatên Ewropî (Brîtanya, Fransa û Almanya) re ji bo çareserkirina pirsgirêka atomî dest bi xebatên dîplomatîk kiriye.

Back to top button