Pentagon: Em ji Sûriyê venakişin
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ti planên wan ku ji Sûriye vekişin tuneye.
Ajansa Reutersê ragihand ku Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser zarê berpirsekî Pentagonê hewl dide Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) razî bike ku bi rêveberiya Şamê re lihev bikin.
Li gorî wî berpirsî, eger Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rastî zextên hikûmeta nû ya Sûriyê û Tirkiyê bên, di parastina deverên di bin kontrola xwe de zehmetiyan bikişîne.
Derbarê vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê de, rayedarekî Pentagonê gotiye: “Ti nîşaneyên nû yên vekişîna hêzên me ji Sûriyê nînin, lê me plana vekişînê amade kiriye û dema ferman hat emê vekişin.”
Ji aliyekî din ve, berpirsekî rêveberiya nû ya Sûriyê ji Reutersê re ragihand ku hikûmeta nû ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Tirkiyê de kar dike.