Xamineyî: Em li Qeterê bûna, me guh nedin zextên Amerîkayê.!
Rêberê Îranê yê olî Ayetullah Elî Xamineyî di hevdîtina xwe ya bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî re got, “Eger em li Qeterê bûna, me guh nedin zextên Amerîkayê” û dû re li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, “Ti cudahî di navbera serokên Amerîkayê de tune.”
Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî yê ku serdana Tehranê dike re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê Xamineyî hin daxuyanî dan.
Di nûçeyeke ajansa fermî ya Îranê IRNAyê de hat ragihandin ku Xamineyî di hevdîtina xwe ya bi Şêx Temîm re li paytext Tehranê got ku xurtkirina têkiliyên bi cîranan re “siyaseta diyarker a welatê wî ye.” Di heman demê de Xamineyî got ku ev peyman dê sûdê ji herdu welatan re bikin.
Xamineyî paşê di derbarê pereyên biyanî yên li Qeterê de, ku ji Îranê re hat qedexekirin, ev daxuyanî da:
“Tevî ku hê jî pirsgirêkên nediyar û çaresernekirî hene, wek vegerandina dahatên Îranê yên ji Koreya Başûr bo Qeterê hatine şandin, lê em Qeterê wek welatekî dost û bira dibînin. Em dizanin ku astenga herî mezin a li pêşiya pêkanîna rêkeftina di vê mijarê de Amerîka ye.”
‘Eger em Qatar bûna, me dê zextên DYA’yê paşguh bikira’
Derbarê mijarê de Xamineyî got: “Eger em li Qeterê bûna, me guh nedin zextên Amerîkayê û daxwazên aliyên din bi cih bînin. “Em berdewam li hêviya gavên wiha ji Qeterê ne,”
Mîrê Qeterê Şêx Temîm jî spasiya Xamineyî kir ji ber piştgiriya Îranê ji Filistînê re.
Şêx Temîm da zanîn ku li herêmê şert û mercên ‘taybet û dijwar’ hene û destnîşan kir ku ev şert û merc pêwîstî bi hevkariyeke mezin a welatên herêmê heye.
Mîrê Qeterê amaje bi lihevkirinên Îran û Qeterê ji bo çêkirina tuneleke bin avê ya di navbera her du welatan de jî kir û got: Li gorî lihevkirina ku pêk hatiye, komîsyona hevpar a her du welatan dê di demek nêzîk de kar bike û qebareya danûstandinên aborî di demek nêzîk de zêde bibe.
Xamineyî piştî hevdîtina xwe ya bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm re li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir. Xamineyî di peyama xwe de got: “Ti cudahî di navbera serokên Amerîkayê de nîne.”