Cîhan

Trump Zelensky bi tundî rexne kir..

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, bi hinceta biryara paşxistina hilbijartinan, li ser meşrûbûna serokatiya Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky axivî. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di daxuyaniya xwe ya li ser platforma xwe ya medyaya civakî ya Truth Social de, Serokê Ukraynayê wekî dîktatorek ku bi hilbijartinan hat ser kar binav kir.

Trump di daxuyaniya xwe ya li ser platforma xwe ya medyaya civakî ya Truth Social de, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy wek dîktatorekî nehilbijartî tawanbar kir. Trump ji ber alîkariyên ku DYA ji Ukraynayê re şandiye, Zelensky bi gendeliyê sûcdar kir û got: Dê baş be ku “bi lez tevbigere.” Zelensky berê îşaret kiribû ku heta endamtiya welatê wî ya NATO û YEyê neyê piştrastkirin, tevî ku dema wezîfeya wî qediya ye, ew dev ji wezîfeya xwe bernade.

Trump di peyama xwe de dibêje:

Wî Amerîka razî kir ku 350 milyar dolar xerc bike da ku bikeve nava şerekî ku qet serkeftina wê tunebe. Ne hevcebû ev şer destpê bikira. Tram got ku, Zelenskyy qebûl dike ku nîvê pereyê ku me jê re şandiye ‘wenda’ ye. Naxwaze bikeve hilbijartinê.” Trump di nirxandina xwe de diyar kir ku serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden di vê pêvajoyê de jî bi heman awayî rêveberiya xerab nîşan da.

Serokê DYA’yê Trump diyar kir ku ew ê danûstandinên bi Rûsyayê re bidomînin û wiha got: “Ez ji Ukraynayê hez dikim, lê Zelenskiy karekî xedar kir. Welatê wî perçe perçe bû û bi mîlyonan insan mirin.

Trump her wiha rexne li Zelenskyy kir ku li welatê wî hilbijartin çênebûye û got, “Zelenskiy dîktatorê ku hilbijartinan pêk nayîne, baştir e zû tevbigere yan dê welatê xwe winda bike.”

Back to top button