Cîhan

Xalid Mehcub: Em Sêrtê nadîn tirkiye

Peyvdarê Artêşa Niştimaniya Lîbya, Ehmed Mismarî li civîneke rojnamevaniyê da ragihand, ji bo berevanî kirina bajarê Sêrtê, bi firehiya 200 km ji asmanê bajar û dewrubera wê da navçeya dijefirînê ragihandine.

Li aliyeke din ve li daxuyaniyek da ji bo Ajansa Al Arabiya, Xalid Mehcub (Khaled al-Mahjoub) Birêveberê Fermangeha Siyasiya Hêzên Çekdarên Lîbyayê ragihand destberdarê bajarê Sêrtê nabin û wî bajarî ji bo dewleta tirkiye bi cîh nahêlin û ji bo eve jî li gel bilindtirîn asta welatê Misir da hemahengiyê kirine.

Her wiha Mehcub li berdewamiya axaftina xwe de ragihand bi tundî rûbirûyê êrîşê Erdogan dibin û wan têk dişkînin û hêzên xwe jî ji bo rûbirûbûna tirkiye amade kirine.

Back to top button