Xaleke bihêz bo pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê
Şanda PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de bo gotûbêjkirina pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û Destûra Kurdistanê li Hewlêrê, ligel parlamenterên tirkman civînek pêk anî.Piştî civînê Barzanî û herdu parlamenterên tirkman Aydin Marûf û Mûna Qehwecî konferanseke rojnamevaniyê lidar xistin û Barzanî got ku tirkman duyem pêkhateya Kurdistanê ne.Nêçîrvan Barzanî di konferansê de ragihnad: “Wek Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ez dilxweş bûm dema min ew nûçe bihîst, ku êdî li mizgefteke bajarê Hewlêrê xutbeya roja înê bi zimanî tirkmanî tê xwendin, ku ev xaleke bihêz bo pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê ye.”Nêçîrvan Barzanî her wiha diyar kir ku tirkman û aşûrî jî weke gelê kurd xwedan heman maf û azadiyan in.