Dosya

Civîn ji bo yekrêziya mala kurd berdewamin

Şanda PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de bo gotûbêjkirina pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û Destûra Kurdistanê  li Hewlêrê, ligel Fraksiyona Arasteya Sêyem civiya.Di çarçoveya civînên xwe yên li gel part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de îro heyeta partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta giftûgo kirin derbarê pirsa destûra bingehîn ya Kurdistanê û herwiha pirsa Serokatiya Kurdistanê serdana Fraksiyona Arasteya Sêyem kir.Di civînê de behsa wan mijaran û çend mijarên din yên girîng ên netewî hate kirin û tekez li ser pêwîstiya lihev kirina û jihev fêmkirina partiyên siyasî yên Kurdistanê hate kirin.Herdu alî yek nêrîn bûn ku tenê çareseriya pirsgirên niha yên Kurdistanê bi taybetî pirsa Destûra Kurdistanê û Serokatiya HerêmaKurdistanê sazan û gotûbêj û jihevtêgiheştin e.Herwiha di wê hevdîtinê de tekez hatiye kirin ku, pêwîst e hemû nêzîkî aramiyê û lihevkirinê bibin û rewşa niha ya Herêma Kurdistanê li ber çav bigirin, da ku di demeke nêzîk de çareserî çêbibe û dawî li li hemû pirsgirêkên Kurdistanê bê.  

Back to top button