Polîtîk

Windabûna Rojava dê bibe rûxandina siyasî

Parêzer û çalakvanê mafên mirovan Şeymus Ülek, di posta xwe ya medya civakî de, di derbarê rojavayê Kurdistanê û rewşa Kurdan de daxûyaniyek ragihand .

Şeymus Ülek got: “Projeya entegrasyonê (teslîmbûnê) ya Abdullah Öcalan ji bo Kurdên li Rojava windahiyên mezin çêkir. Pêla hêrsa civakî ya neteweya Kurd ku, bi xiyaneta hatî kirin ji bîr nake û dê Öcalan, PKK û pêkhatên wê yên siyasî yên wekî DEM hilweşîne.

Ne piştgiriya Devlet Bahçeli û ne jî anîna Leyla Zana û eger qebûl bike Selahattin Demirtaş dê nikaribe hilweşandina PKKê rê li hilweşandina vê siyaseta Ocalan bigre.

Hewldanên ku paradîgmaya Öcalan ya Rojava(!?) niha jî li ser PJAKê ji bo rojhilat dixwazin bêxin rojevê. Ev yek tenê dibe sedema hilweşîna Kurdan. Ew siyaseta bêaqiliya bêdawî ye, difikirin ku ew dikarin me dîsa bixin nav heman xefikê.”

Back to top button