Cîhan

Vê carê PJAK ji derve hiştin..!

Roja 28-29ê Adarê li Londra Kongreya Azadiya Îranê tê li darxistin. PJAK jî wek partiyek kurda ji bo kongreyê hatibû vexwandin. Lê gava dawî de navê PJAKê ji lîsteya mêvana de derxistin.

Li ser vê yekê Komiteya pêwendiyên derve ya PJAKê daxûyaniyek ragihand.

PJAK daxûyaniya xwe de dibêje ku, Ew ji bo kongreyê hatibûn vexwandin, lê piştre navê wan ji lîsteyê de hate xirakirin. Daxûyaniyê de PJAK dibêje ku,ev kongre ne demokratîk e û ne şefaf e.

Zagros Enderyarî, berdevkê dîplomasiya Ewropî yê PJAKê, diyar kir ku komîteya amadekar a kongreyê çend demjimêr beriya civînê gazî wan kiriye û ji wan xwestiye ku beşdar nebin. Enderyarî got, “Wan gazî me kirin û gotin, ‘Biborin, lê hûn nikarin beşdarî civîna sibê bibin.”

Tê gotin ku, hinek aliyên din ku beşdarî kongreyê dibin gotine ku, eger PJAK beşdar bibe em beşdarnabin.

Kongreya Azadiya Îranê wekî platformek ji bo nîqaşkirina modelên siyasî yên alternatîf ji bo pêşeroja Îranê hatibû plankirin, bi beşdariya zêdetirî 30 aktorên siyasî, sivîl û sendîkayan. Tê payîn ku ev pêşketin beriya kongreyê nîqaşên nû derxîne holê.

Dixweyê tişta li rojavayê Kurdistanê hatî kirin xelkek hişyar kiriye. Naxwazin heman tişt bi rêya PKKê li rojhilatê Kurdistanê dubare bibe. Ji ber ku rolê PYDê li rojavayê Kurdistanê leyîztî, PJAK jî dixwazê ji bo tefandina daxwazî û mafên Kurdan heman tiştê bike.

Back to top button