Polîtîk

WikiLeaks:Demirel pişgiriya dewleta kûr dike

Rojnama Tarafê destpêkir rojane hinek belgeyên WikiLeaks yên di derbarê Tirkiye de belav dike. Bi van belgeyan dîtina Amerîka di derbarê bûyerên ku li Tirkiye çêdibe baş tê fam kirin. Wek tê zanîn cara yekem li Tirkiye 13-ê Hezîran a 2007-ê, dest pirsa Erkenekonê hate kirin û ev yek gelemperî wek şerê hukumeta Ak-Partiyê li dijî dewleta kûr hate nirxandin.

Amerîka di derbarê destpêka doz di derbarê Ergenekonê de vebûyî bi vî awayî dinirxîne. Li gora belgeyên WikiLeaks, dîtina Amerîka eve:

“ Li Stanbulê taxa Umraniye depoyek ya silaha hate dîtin. Li ser vê bûyerê 22.01.2008-ê li Stanbulê û bajarên din polis gelek kes girtin, ev dikare şerê li dijê dewleta kûr be.Dewleta kûr ji aliyê hinek leşker û burokratan ve wek bedîlek li dijê dewletê û ji qewmiyên gelek hişk hatiye avakirin. Dewleta kûr bi gelek awayî xwe rêxistin kiriye. Ev grubek li dijê yasayê ye û bandora wê li ser civatê heye. Kesên wek serokwezîr û serokkomarê kevin Suleyan Demîrel pişgiriya vê rêxistina ne yasayî dikin. Lê serokwezîr Erdogan li dijê vê rêxistinêye û ji bo xilaskirina wan kar dike. “

Hewrweha  10-ê nîsanê sala 2008-ê, balyozê Enqere yê Amerîka belgeyek gelek nehînî ji wezareta Amerîka ya derve û ji CIA re rêdike. Di vê belgeyê e cardin behsa Ergenekonê tê kirin. Behsa teşebusa girtina Ak Partiyê dike û dibîje ku eger ev partî bête girtin dê li Tirkiye tevlîheviyek mezin çêbibe û vê wek serkeftina Ergenekonê dinirxîne.

Back to top button