Dema êrîşa çekdarî li dijê Ibrahîm Tatlises çêbû yî piştî du rojan kesê ku ev êrîş pêkanî girtin. Di destpêkê de hinek ji medya tirkî ragihandin ku, destê PKK-ê di nav vê bûyerê de heye. Heta TAK di vê derbarê de beyanek belav kir û got ku wan ev êrîş pêkanîye.
Lê KCK-ê di vê derbarê de daxuyaniyek belavkir û da xuyakirin ku bi tu awayî pêwendiya wan bi vê pirsê re tune ye. Herweha hinek kesan jî gotin destê kurdên Başûr di vê bûyerê de heye,lê daxuyaniyên serokatiya herêma Kurdistanê û herweha daxuyaniya şirîkê Tatlises li Başûrê Kurdistanê ev îdiayên medya Tirkî vale derxistin.
Lê Piştî du rojan kesek naskirî yê mafia Tirkî hate girtin û hate ispatkirin ku kesek bi nave Abdullah Uçman(Adanali Apo) ji ber dijminatiya 10 salî ev êrîş li dijê Tatlises kiriye. Herweha Abdullah Uçman û 20 zilamên wî hatin girtin.
Niha li gora îdiayên polisan di navbera Abdullah Uçman û berpirsek yê KCK-ê li Stanbulê pêwendiyên telefonî çêbûne û di van pêwendiyan de behsa Tatlises jî hatiye kirin. Piştî zanîna pêwendiyên telefonî li gora ku polisa ragihandî hinek kesên nêzikî KCK-ê hatine girtin. Ji bo vê jî baweriyek çêbuye ku Ji bo vê êrîşê KCK-ê Abdullah Uçman ikna kiriye.
Rastiya vê baş nayê zanîn, lê heta niha yê eşkere Uçman û zilamên xwe ne. Dê rojên pêşiya me de ev pirs zelal tir bête dibe.
Bê goman daxuyaniya KCK-ê ji bo raya giştî bingehîne. Mimkine ku li ser van îdiayên dawî KCK cardin pêwistiya daxuyaniyekî ji bo raya giştî bibîne.