Polîtîk

Wikileaks: Barzanî razî nebû li dijî PKKê çek û hêzê bikar bîne.

Wikileaks,  ji devê Ehmed Davudoglu, fişasr û givaştinên Tirkiye û Amerîkayê li ser serok Barzanî ji bo dijatîkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) aşkera dike.

Li gor belgenameyeka malpera fermî ya Wikileaks, Ehmed Davudoglu serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê aşkera dike  ku Amerîka û Tirkiyeyê gelek fişar û givaştin li ser serok Barzanî kiriye daku ji bona lêdan û jinavbirina PKKê alîkariya wan hike, lê serok Barzanî ew daxwaza Amerîka û Tirkiyeyê qebûl nekir û amade nebû di vî warî da alîkariya Tirkiyeyê bike.

Davudoglu herwesa dibêje ku wan dikarî Hewlêrê têkbişkînin.

Li gor malpera Wikileaks, serokwezîrê berê yê Tikriyeyê Davudoglu behsa hewilên Anqere dike ku ji bo lêdana PKKê Barzanî razî bike û dibêje: 4 sala beriya niha ku, gotinên Ehemd Davudoglu vedigerin bo sala 2010ê, Tirkiyê peyman bi Amerîka dabû ku eger Hewlêr ji bo lêdana PKKê alîkariya Tirkiyeyê bike, Tikeiye dê 10 beramber zêdetir hevkariya Hewlêrê bike, lê Barzanî razî nebû.

Malpera Wikileaks dibêje ku Ehmed Davudoglu ev gotin di civêneka digel berprisên sefaretxaneya Amerîka li Tirkiyeyê kirine  û di wê civînê da Davudoglu gotiye: Parlamentoya Tirkiyeyê daxwaz ji wan kiribû ku êrîşke leşkerî bibin ser hikûmeta Herêma Kuridtanê, me jî dikarî Hewlêrê têkbişkînin, lê me ew yek nekir. Li şûna wê yekê me têkeliyên xwe yên aborî digel hikûmeta Herêma Kurdistanê pêş xistin.

Davudoglu daxwaz ji Amerîka kiriye ku ew ji Herêma Kurdistanê re bêjin ku alîkariya Tirkiyê bikin ji  ber ku Hewlêr bi ya Amerêkayê dike, li hember vê yekê berpirsên balayên Amerîkayê soza havkeriyê ji Tirkiyeyê  daye ku bi rêya hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikarin kar bikin û di nava du salan da PKKê lawaz bikin, lê belê Barzanî bi çi awayan razî nebû li dijî PKKê çek û hêzê bikar bîne.

Back to top button