Civak

Wezîrê samanên xwezayî qezayeke trafîkê derbaz kir

Doh bi şev wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Aştî Hewramî, li bajarê Hewlêrê qezayeke trafîkê derbas kir, lê belê tiştek pê nehat û rewşa wî ya tendirûstî baş e.

Şeva 26.09.2011ê wezîrê samanên xwezayî yê herêma Kurdistanê Aştî Hewramî li nav bajarê Hewlêrê qezayeke trafîkê ya biçûk derbas kir, lê nebû sedema ti zerareke giyanî û maddî û tenê bi mebesta kontrola asayî serdana nexweşxanê kiriye.

Di vê derbarê de yek ji rawêjkarên wezareta samanên xwezayî Sîrwan Ebubekir Ezîz ji Rûdawê re got: ‘’Doh bi şev birêz Aştî Hewramî qezayeke biçûk derbas kir, lê ya cihê kêfxweşiyê tiştek pê nehat û tenê ji bo kontrola asayî serdana nexweşxanê kir. Niha jî rewşa wî ya tendirûstî pir baş e.’’

Back to top button