Polîtîk

Kerkûkî li World Boston peyvek pêşkeş kir

Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya bo Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê (DYA) de, serdana senterê World Boston kir.
Serokê parlamentoya Kurdistanê li senterê World Boston peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de çend mjarên giring û aktuel yên girêdayî rewşa rewşa Kurdistanê, Îraqê û deverê zelal kiirn.

Kerkûkî di peyva xwe de zêdetir li ser van mijaran rawest;  Dîroka Kurdistanê û ew karesatên bi sere gelê kurd hatine weke Jenosîda, erebkirin, kîmiya baran û şerê qirkirina gelê kurd, piştguhxistina mafên gelê kurd li ser xaka wî, pirosesa azadkirina Îraqê û tecrûbeya demokrasiyê li Îraqê, tesîra bûyerên bihara erebî li ser deverê, man û nemana hêzên amerîkî li Îraqê, topbarankirina deverên ser sînoriyên herêma Kurdistanê ji aliyê topxana Îranê û firokeyên şerî yên Tirkiyeyê,  rola pêşmerge di parastina deverên nakokbar yên weke xaneqîn, Celewla, Sadiye , Kerkûk, Şingar û yên din, pabenbûn bi destûra Îraqê û taybetî cîbicîkirina madeya 140ê bi çareserkirina pirsa deverên veqetandî û şerê li dijî rêxistina terorîstiya Qayîde û Ensarul Îslam ji aliyê Kemal Kerkûkî ve hatin zelal kirin.

Weke tê zanîn Senterê World Boston  hewil dide ku cemawerê Amerîkayê  hayderî pirsgirêkên cîhanî bibe û hevkariyê di navbera Amerîka û gelên cîhanê de bihêz dike.

Senterê World Boston salane bi sedan serkirdeyên cîhanî ji welatên cihê  mêvan dike û li ser mijarên gerim û aktuel digel şareza û pisporên navxweyî minaqeşe dikin. 

Back to top button