Civak

Wezîrê Petrolê di derbarê hinartina petrola Kurdistanê de axivî

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayyan Ebdulganî ragihand ku, hewlên ji bo destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê ji bo bendera Ceyhanê berdewam in.

Ebdulganî teqez kir ku sedemên paşxistina proseya navxweyî û derve hene, lê danûstandin bi erênî pêşde diçin. Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayyan Ebdulganî beşdarî civîna şeşemîn Konferansa Diyaloga Navdewletî ya Bexdayê de bû û di derbarê hinartina petrola Kurdistanê de bersiva pirsan da.  

Ebdulganî diyar kir ku Iraq ji bo hinartina petrolê nikare tenê pişta xwe bi Kendava Farsê ve girêbide û hewl dide ku alternatîfên xwe berfireh bike û got: “Ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê danûstandin berdewam in“. 

Wezîr Ebdulganî got: “Wek hûn jî dizanin, hinartina petrolê bi rêya bendera Ceyhanê ji ber biryara dadgeha hakemê hat rawestandin. Em niha li gel birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina hinartina petrolê ji nû ve dicivin Wezîr Ebdulganî got: “.

Wezîr Ebdulganî bal kişand ser wê yekê ku sedemên paşxistina proseyê ji aliyê navxweyî û derve ve hene û got ku “cewherê girêbestên şîrketên petrolê yên li herêmê ji peymanên şîrketên petrolê yên ku di bin çavdêriya Wezareta Hikûmeta Federal de ne, cuda ye. Em niha bi van kompanyayan re danûstandinan dikin ku van girêbestan nû û serast bikin û bi destûra Iraqê re hevaheng bikin“.

Back to top button