Amerîka: Em bi biryar in ku şirîkatiyek dendirêj bi Herêma Kurdistanê re bikin
Konsulê Giştî yê Amerîka yê Hewlêrê Mark Straw ragihand ku welatê wî bi biryar e ku şirîkatiyek dendirêj bi Herêma Kurdistanê re bike.
Di daxuyaniya xwe ya tora civakî de Konsûlê Hewlêr yê Amerîkayê Mark Straw daxuyand ku ew li gel Firqeya Duyem a Hêzên Pêşmerge civiyane û li ser aktîvkirin û amadehiya temam a Hêzên Pêşmerge gotûbêj kirine.
Li gor daxuyaniyê, Amerîka bi biryar e ku şirîkatiyek dendirêj bi Herêma Kurdistanê re bike.
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat ragihandin ku Konsûlê Giştî yê Amerîkayê Straw ji bo hînbûna çawaniya tetbîqatan serdan kiriye.
Li gor daxuyaniya wezaretê, Mark Straw kêfxweşiya xwe nîşan daye ku niha Hêzên Pêşmerge li gor bernameya rêkeftina di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê de tevdigerin û wê Hêzên Pêşmerge karibin rolek zêdetir bilîzin.
Mark Straw kêfxweşiya xwe anî zimên ku niha Pêşmerge li gor bernameya rêkeftina di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê de tevdigere.