PolîtîkRojev

Wezîrê Pêşmerge yê Kurdistanê pêşwazî li konsolê Amerîka kir.

Wezîrê Pêşmerge, Şoriş Îsmaîl îro li avahiya wezaretê pêşwazî li konsolê Amerîka li Hewlêrê Robert Palladino û şanda pê re kir.

Di civînê de ku wekîlê wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn, sererkanê wezaretê Cemal Êminkî û berpirs û şîretkarên wezaretê jî amade bûn, wezîrê Pêşmerge got, em Amerîka û artêşa wî welatî dostê serekiyê xwe û hêzên Pêşmerge dibînin û em dixwazin bo parastina ewlehî û aramiya deverê û Iraq û Herêma Kurdistanê li ser nehîştina terorê berdewam bin.

Konsolê Amerîka jî ragihand, Amerîka şanaziyê bi dostên xwe dike û qehremantiya hêzên Pêşmerge bilind dinirxîne û got, em şerefmend û pêbend in bi hevkarî û hemahengî ligel hikûmeta Kurdistanê û hêzên Pêşmerge.

Li ser xebatên çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de jî wezîrê Pêşmerge got, di vî warî de gavên baş hatine avêtin û dê li ser wê yekê berdewam bin û got, bo wê jî pêwîstiya me bi hevkarî û alîkariyên Amerîka û hêzên hevpeyman û rêkeftina siyasî ya aliyên Kurdistanê heye.

Konsolê Amerîka anî ziman ku şîretkar û pisporên Amerîkî pêbendî pêşxistin û serxistina xebatên çaksaziyê ne û got, hewlên Wezareta Pêşmerge bo çaksaziyê li ba me bi qîmet in. Dostanî û tifaqa me û kurdan dîrokî ye û paşeroja me jî geş e.

Di civînê de behsa girîngiya nêzîkbûna zêdetir di navbera Wezareta Pêşmerge û wezareta berevaniya Iraqê de jî hat kirin.

Back to top button