Serfermandarê Artêşa Îranê daxûyaniyaka xwe de daxwaz kir ku, divê Amerika bingehê serbazî yê Herîrê li Başrê Kurdistanê vala bike.
Li gora medya Îranê radigihîne Mihemed Baqirî, Serfermandarê Hêzên Çekdarên Îranê di rêwrismekî de, axavtinek kir û aliyên siyasî yên rohilatê Kurdistanê ku li başûr dimînin tehdît kir û daxûyakirin ku Îran qebûl nake tu bingehên serbazî yên Amerikayê nêzikî sinorê Îranê hebin.
Baqirî gotiye, binkeya serbazî ya Herîrê yek ji wan cihan e ku li wê derê li dijî Îranê plan tê danîn û divê ew bike were rakirin.
Serfermandarê Hêzên Çekdarên Îranê têkildarî binkeya serbazî ya Amerîkayê li Herîrê û binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê destnîşan kiriye, ku ji nû ve Îranê çalakiyên dîplomasî û serbazî bo dabînkirina ewlehî û seqamgîriyê destpê kiriye.
Mihemed Baqirî daxwaz dike, partiyên Rojhilatê Kurdistanê baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê ku ew wek Bakurê Iraqê bi nav dike, bi temamî rakin û nehêlin û dibêje, eger ew alî wê yekê nekin, dê li ti binkeyan aramiyê nebînin û operasyonên xwe berfirehtir bikin.
Baqirî Bexda û Hewlêrê ji ber hebûna wan binke û baregehên hêzên dijberê Tehranê berpirsyar dibîne û dibêje, “Hikûmetên Iraq û Herêma Bakurê Iraqê derbarê hebûna wan binkeyan de berpirsyar in û nikarin bêjin ku şiyana wan bo rûbirûbûna wan grûpan tune ye û daxwaz jî bikin ku em jî ti karî nekin.”