Balfirên şer ên yên Tirkiyê li ser sînorê Urmiye -Wanê li aliyê Bakurê Kurdistanê êrişî komek kolber kirin û di ecamê de 2 kolber hatin kuştin û hejmareke kolber jî birîndar bûn. Herwiha 8 kolber jî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin girtin.
Çavkaniyekî ji Urmiyê ji Rûdawê re ragihand ku îro Duşemê 20ê Îlona 2021ê li ser sînorê Urmiye -Wanê balafirên şer ên Tirkiyê êrişî komeke kolberên gundê Kuran bi ser navçeya Soma ya Urmiyê ve li Rojhilatê Kurdistanê kir.
Heman çavkaniyê diyar kir ku ew êriş li aliyê Bakurê Kurdistanê li devera gundê Bilindbasana navçeya Gever a Colemêrgê bûye.
Çakaniya da zanîn ku di ecama êrişê 2 kolber hatine kuştin û 2 kolber jî birîndar bûne û herwiha 8 kolberên din jî ji aliyên leşkerên Tirkiyê ve hatine desteserkirin.
Li gor çavkaniya taybet a Rûdawê kesên hatine kuştin bi navê Sozdar Ehemdî Kurê Komîser û Elîşan Ehmedî Kurê Efser û kurmamê hev bûne, lê hêj zanyarî derbarê nasnameya birîndar û kesên hatine desteserkirin de nehatine bidestxistin.
Bi gotina çavkaniya ji Urmiyê beşek ji xelkê gundê Kuranê ber bi cihê bûyerê ve rêketine.