Polîtîk
Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê gihîşt Hewlêrê
![](/wp-content/uploads/2024/12/wezire-bergiriya-italya-li-hewler.jpg-752x470.webp)
Wezîrê Berevaniyê yê Îtalya piştî serdana xwe ya li Bexdayê hat Hewlêrê û li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl ve hat pêşwazîkirin.
Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê dê li gel berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê li ser çaksaziyên ji bo hêzên Pêşmerge bicive û çend mijarên din jî gotûbêj bike.
Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê herî dawî 2ê Gulana 2023yan hatibû Herêma Kurdistanê kiribû û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiyabû.
Îtalya endamê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) ye û piştgîriya hêzên Pêşmerge dike.
Şêwirmendên Îtalyayê yên leşkerî li Herêma Kurdistanê û Îraqê Pêşmerge û leşkerên Îraqê perwerde dikin.