Tirkiye her gavê dikare êrîşê Kobanê bike
Artêşa Tirkiye hêzeke mezin a bi tank û çekên giran şandin Cerablûs û Minbicê yên nêzîkî Kobanê.
Ji dema ku opozisyona Sûriyeyê di 8ê Berçile de bajarê Şamê kontrol kiriye, artêşa Tirkiyeyê hêzên giran li navçeyên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê kom dike. Li hinek deverên din jî, komên çekdar ên nêzîkî Enqereyê êrişî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin û çend navçe bi taybetî Til Refet, Minbic û parêzgeha Dêrezorê girtin.
Her çend e piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, Amerîka navbeynkariya agirbesteke di navbera komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê û hêzên HSDê de dike, lê bê encam e. Tirkiye dide xûyakirin ku, divê PKK û hevalbendên PKKê li Suriye û taybetî li rojavayê Kurdistanê nemînin. Tirkiye dibêje ku, PKK li ser ewlehiya me metirsiyeke û divê ev ji holê rabe. Wek din wezîrê derve yê Tirkiye daye xûyakirin ku, eger PKK ji rojavayê Kurdistanê vekişe tu pirsgirêka me bi kurdan re tuneye.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di dema vegera xwe ya ji Qahîreyê bo Enqereyê de got, Tirkiye dê di avakirina hikûmeta nû ya Sûriyeyê de beşdar bibe û di demeke nêzîk de hemû rêxistinên çekdar dê bên jinavbirin.
Erdogan got jî: “Li Sûriyeya nû ti komên terorîstî namînin. Ji PKK û komên girêdayî wê re ti dem nemaye. Em ê rêxistinên terorê yên wekî DAIŞ, PKK û YPG di demeke nêzîd de jinav bibin.”