Polîtîk

Wezîrê Parastina Tirkiye li Hewlêrê ye

Wezîrê Parastina Tirkiye Yaşar Guler piştî hevdîtinên xwe yên li paytexta Iraqê Bexdayê hat Hewlêrê. Tê çaverêkirin ku Guler bi rayedarên Herêma Kurdistanê re jî bicive.

Wezîr Yaşar Guler piştî serdana xwe ya Iraqê hat Hewlêra paytext û li gel Sererkanê Sererkan Orgeneral Metîn Gurak bû.

Guler û şanda pê re li firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û Berpirsê Pêwendiyên Derve Sefîn Dizayî ve hatin pêşwazîkirin. Hat zanîn ku Yaşar Guler di çarçoveya serdanê de îro saet di 09:30 de dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Guler û şanda pê re wê bi Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî bicive.

Back to top button