Roja dûşem 21.12.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Harcît Sîng Sacan Wezîrê Bergiriyê Kanada û şandekî li gel kir ku ji Biruno Sakomanî Balyozê Kanada li Iraq û hejmarek berpirs û şêwirmendên Wezareta Bergiriya Kanada pêkhatibûn.Li hevdîtinê de Wezîrê Bergiriyê Kanada behsa xweşikî û balkêşiya Kurdistanê kir û pêzanînên xwe ji bo xweragirî û xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê hebû. Her wiha ji bilî pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge, pesnê rola Pêşmerge ya li rûbirûbûna terorîstan kir û ragihand ku gelê Kanada agahdarî azayetî û qehremaniya Pêşmergene û serxweşiyê jî li Serok Barzanî û kesukarên wan Pêşmergeyan kir ku li şerê dijî terorîstan da canê xwe gorî kirine û şehîd bûne. Li beşekî dinê axaftina xwe de Wezîrê Bergiriyê Kanada rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina rewşê û şerê Da’îş û dirustkirina aramiyê de bilind nirxand û wê yekê xisterû ku her ew serkirdayetîkirina vekirî û dîplomasiyaneye me teşwîq dike û han dide yarmetiya Herêma Kurdistanê û koçberan bidîn. Her wiha spasî gelê Kurdistanê jî kir ku ji bilî hebûna giriftên mezin bi dilfirehiyê ve pêşwaziya koçberan kiriye û bi bê cûdahiya neteweyî û olî û eve bi xwe li asta cîhanê da bê wêneye û ew reftara bilind hêviyê bi cîhaniyan dibexşê û jiyanê hêsantir dike. Wezîrê Bergiriyê Kanada ragihand ku hatiye li nêzîk ve hûrgiliyên rewşê ji Serok Barzanî bibhîse û li vegeranê da li gel Hikûmeta Kanada kar ji bo ewe dikin ku hevkarî û piştevaniyên xwe yên ji bo Herêma Kurdistanê û koçberan zêdetir bikin.Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasî hevpeymanan û welatê Kanada kir ku hevkar û palpiştê gelê Kurdistanê bûne û her wiha behsa sedema derketin û geşbûna terorîstan ya li Iraq û navçeyê kir û rewşa meydaniya bereyên rûbirûbûna terorîstan ji bo şanda mîhvan xisterû û tekez li wê yekê kir ku barê giran ya şerê Da’îş li ber gelê Kurdistanê ketiye lê belê gelê Kurdistanê xweragir bû û Pêşmerge jî efsaneya Da’îşê şikand û balkişand li ser wê yekê ku teror hereşeyekî ciddiye û rûbirûbûna wê hewlekî niyet paqijiya hemû aliyên navdewletî pêwîste û nebûna hemahengiya li navbera wan welatan şerê Da’îşê dikin renge sûd ji bo terorîstan hebê. Her wiha ji bilî balkişandina li ser wê yekê ku nabê hîç welatek terorê wekî karta yariyê bikarbîne, wê yekê xisterû ku şerê terorê nabê tenê aliyên serbazî bê belku li rûyê aborî û civakî û hizrî ve jî divê şerê Da’îş bê kirin. Di derbarê hewandina koçberan jî Serok Barzanî wê yekê wekî şanaziyek ji bo gelê Kurdistanê behs kir ku sedema wê jî çanda pêkvejiyan û aştîxwazî û qebûlkirina beranber li nav Kurdistanê ve vedigerê.Rewşa siyasî û emniya Iraq û Sûriye û navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û pêşketinên peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Kanada mijareke dinê vê civînê bû.Hêjayî gotinêye li vê civînê de Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Kerîm Sincarî Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Herêma Kurdistanê, Ce’fer Şêx Mistefa, Ferîq Şêrwan Abdulrehman û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: