Polîtîk

Parlemena Ereban wê yarmetiya Kurdistanê bike

Roja dûşem 21.12.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ehmed Bin Mihemed El Cerwan Serokê Parlemena Erebî û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de Serokê Parlemena Erebî serxweşiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û kesukarê wan Pêşmergeyan kir ku li şerê terorîstan da canê xwe gorîkirine û şehîd bûne û pîrozbahiya serkeftinên mezinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî ya şerê terorîstên Da’îş de li Serok Barzanî kir û pesnê rol û qehremanî û xebata gelê Kurdistanê ya li parastina mirovayetiyê da kir. Her wiha pêzanînên xwe jî ji bo gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû ku sedanhezar koçberan hewandiye û bûne penageheke lêqewimiyan û hatina xelkê ya Herêma Kurdistanê ji ber keramet û mezinî û dilfirehiya xelkê Kurdistanê ye.Serokê Parlemena Erebî û şanda li gel tekez li ser palpiştiya xwe ya ji bo mafê rewayên gelê Kurd kir û ragihand ku cîhan divê piştevanê gelê Kurdistanê bê û wekî Parlemena Erebî amadehiya xwe nîşan da ku hewlên xwe yên ji bo yarmetîdana Herêma Kurdistanê bidin.Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasî helwesta wan kir û her wiha destxweşiyê li wan welatan kir ku yarmetiyê pêşkêşî koçberan kirine û balkişand li ser rola rêxistina Îmarata Yekgirtiya Erebî ku di demên teng û dijwar da yarmetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine ku zêdetir hevkariya penaber û koçberan bike. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de behsa dirindeyî ya terorîstan û her wiha rewşa bereyên şer kir û di derbarê koçberan jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku çareseriya bingehîna koçberan eweye ku navçeyên wan bê azad kirin û vegerin cihên xwe û yarmetiya wan bidin.

Back to top button