Pîvan nirxên netewî be PYD çîye?

   Di siyasetê de jî wek her tiştek di jiyanê de pîvan hene. Di siyaseta kurdeyatiyê de jî,  pîvan hene . Dema tu ne li gora van pîvana siyasetê bikî û hemû nirxên miletekî binpê bikî, tu ne tenê siyasetek çewt rêvedibî, tu ji bo miletê xwe siyasetê nakî û bi navê miletê xwe dijitiya miletê xwe kar û xebatê dikî. Gelek cara siyaseta PKKê li beşên Kurdistanê hatiye rexne kirin. Piraniya cara li ser daxwazî û armancên siyasî yên PKKê rexne têne kirin. Lê hinek bûyer hene ji çerşova rexneyê derdikeve û navek din lê tê kirin. Roja Ala Kurdistanê li hemû beşên Kurdistanê û li hinek welatên din jî ev roj bi bilindkirina Ala Kurdistanê hate pîroz kirin. Tê zanin ku PKK Ala Kurdistanê wek Ala xwe nabîne û tu cara vê Alê ranake. Li gora xwe ji bo xwe hinek sembol çêkirine. Ew sembolên PKKê ne , ne sembolê kurda yên netewîne. Ala Kurdistanê Ala miletê Kurd e. Ne Ala tu aliyek yan jî partiyekî ye. Di roja Ala Kurdistanê de li Rojavayê Kurdistanê pêşengiya ENKSê de Ala Kurdistanê hate bilind kirin û ev roj li gora naveroka wê rojê hate pîrozkirin. Lê çekdarên PYDê midaxele kirin û ji bo Ala Kurdistanê bînin xwar hemû metodên polisiye bi kar anin. Lê Kurda û aligirên ENKSê ew Al a pîroz nexistin erdê. Li vê derê pirsek tê holê û xetek gelek zîz di navbera van herdu tevgeran de derdikeve pêş. ENKS tevgerek netewî siyasîye û li gora xwe doza mafê kurda li Rojava dike û li nirxên netewî xwedî derdikeve û xwe bi van nirxan dide nasandin. PYD bi navê kurda derketiye holê, doza ku siyasî dike ne doza kurdeyatiyê ye, û bi tu awayî li nirxên netewî xwedî dernakeve û dijitiya van nirxan dike. Yanî tişta ku rejimê li Kurdên Rojava dikira îro bi navek din PYD dike. Dîmenên midexeleya çekdarên PYDê li dijê Ala Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê wek dîmenên asayîşên hêzên dagirker li dijê çalakiyên kurdan yên netewîn e. Li ser vê bûyera qirêj pêwiste her aliyê siyasî vekirî helwesta xwe bide xûyakirin. Bê dengî bi awayekî pişgiriya vê kiryara qirêj e. Dijitiya Ala Kurdistanê dijitiya mafên rewa yên netewê kurd e. Dijitiya nirxên kurd û Kurdistaniye. Tevgerek siyasî li nirxên xwe yên netewî xwedî dernekeve ne tevgerek kurd e. Aliyek siyasî yan di nava tevgera azadixwaza Kurdistanêde ye , yan jî ji derê wê ye. Pîvana vê jî xwedî derdetina nirxên netewiye. 21.12.2015Dara Bilek 

Nerîna min :