Polîtîk
Wezîrê derve yê Sûriye û ENKS civiya
Wezîrê Karên Derve Esed Hesen El-Şeybanî li Şamê pêşwazî li serokê Encumena Neteweyî ya Kurd û şande li gel kir. Di hevdîtinê de, tekezî li ser yekîtî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê hat kirin.
Wezîr tekezî li ser mafên welatiyên Kurd li Sûriyeyê, xurtkirina prensîba hevwelatîbûna wekhev û parastina nasnameya wan a çandî û civakî di nav Sûriyeyeke yekgirtî de kir.
Her wiha şandeyê Fermana Serokatiyê ya Hejmar 13 pêşwazî kir, û ew wekî gaveke girîng ber bi misogerkirina mafên Kurdan ve bi nav kir.


