CîhanRojev

Wezîrê Derve yê Nemsayê(Avusturya) gihişte Hewlêrê

Wezîrê Derve yê Nemsayê  Alexander Schallenberg bi serdaneke fermî bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê gihişte Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Derve yê Nemsayê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û hejmarek ji berpirsên din ên hikûmî ve pêşwazî lê hat kirin û sibe çarşemê dest bi civînên fermî dike.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, Wezîrê Derve yê Nemsayê Alexander Schallenberg dê ligel Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevdîtinê bike û mijara vekirina Konsulxaneya Giştî ya Nemsayê li Herêma Kurdistanê û pêşvebirina pêwendiyên navbera Nemsa û Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.

Pêwendiyeke dîrokî ya Nemsayê ligel Herêma Kurdistanê heye û pêştir ofîsa bazirganiyê ya welatê xwe li Hewlêrê vekiriye û Rêyên Asmanî yên Nemsayê jî ji sala 2006an ve geşta rasterast di navbera Herêma Kurdistanê û Nemsayê de dest pê kiriye, ku yekem kompaniya firokevaniyê ya Ewropî bû ku geştên asmanî yên rasterast di navbera Hewlêr û welatên din ên cîhanê de dest pê kir.

Duh Duşemê 11ê Îlona 2023an, Wezîrê Derve yê Nemsayê Alexander Schallenberg bi serdaneke fermî gihişte Bexdayê û piştî zêdetir ji 30 salan, vekirina balyozxaneya welatê xwe li Iraqê ragihand.

Back to top button