Cîhan

Wezîrê Derve yê Îsraîlê banga ‘tasfiyekirina lezgîn’ a Sinwar kir

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yisraîl Katz şeva borî (Sêşemê) daxwaza “tesfiyekirina bilez” ya Yehya Sinwar kir. Piştî Îsmaîl Heniye ku hefteya borî li Tehranê hatibû kuştin, Hamasê dewsa wî de Yehya Sînwar wek berpirsê mekteba siyasî destnîşan kir.

Katz li ser platforma “X”ê nivîsî: “Tayînkirina Yehya Sinwarê terorîst wek serokê Hamasê li şûna Îsmaîl Henîye sedemek din e ku bi lez û bez wî tasfiye bikin û vê rêxistina hov ji nexşeyê paqij bikin.”

Back to top button