CîhanRojev

Wezîrê derve yê Îranî bi tundî bersiva Trump da

Wezîrê Derve yê Îranê bi tundî bersiv da peyama Donald Trump û got ku ew “bêaqil û xeternak” e. Wî got ku, eger serweriya welatê wî were binpêkirin, hêzên wan ên çekdar di amadebaşiyê de ne û “dizanin armanca wan kûderê ye”. Ev daxuyanî di demekê de tên ku xwepêşandan li gelek bajarên Îranê berdewam dikin.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got: “Kesên ku ji bêîstîqrariya demkî ya diravê Îranê bandor bûne, vê dawiyê bi aştiyane xwepêşandan kirin, ku ev mafê wan e.”

Eraqçî got: “Ji bilî wê [xwepêşandanê], me serhildanên tund dîtin, di nav de êrîşên li ser qereqolên polîsan û avêtina kokteylên Molotov li ser polîsan.”

Herweha Eraqçî peyama Trump wekî “bêaqil û xeternak” bi nav kir û “dibe ku ji hêla kesên ku ji dîplomasiyê ditirsin ve bandor bibe.”

Wî got: “Gelê mezin ê Îranê her destwerdanek di karûbarên navxweyî yên xwe de red dike. Bi heman awayî, hêzên me yên çekdar ên bihêz amade ne û tam dizanin ku di rewşa her binpêkirina serweriya Îranê de li ku derê bêxin.”

Trump di peyameka xwe de gotibû: “Eger Îran bi tundî xwepêşanderên aştiyane bikuje, ku ev kevneşopiya wan e, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê alîkariya wan bike.”

Li ser erdê, rewş aloztir bûye. Medyaya nêzîkî Pasdarên Şoreşê (wek Fars News) ragihand ku di pevçûnên vê hefteyê de şeş kes mirine.

Back to top button