Cîhan
Wezîrê derve yê DYA pêşwaziya Nadia Murad kir

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken pêşwaziya çalakvana êzîdî Nadia Murad, xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê kir.
Wezîr Antony Blinken got ku DYA ji bo rizgarbûna ji bandora jenosîdê piştgiriya Êzidiyan didomîne.
Blinken di derbarê hevdîtinê de daxûyaniyek da:
Min bi xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û aktîvîstê mafên mirovan a Êzidî re hevdîtin pêk anî.
Min piştgiriya xwe ya bênavber ji bo dadperwerî û başbûnê ji bo Êzdiyan û rizgarbûyên din ên ji qirkirinê li Iraq û Sûriyê dubare kir.