CîhanRojev

15 heta 20 km xaka Başûrê Kurdistanê di bin kontrola Tirkiyê de ye

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Ebdulemîr Şemerî di nirxandina operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê yên li ser sînorên Herêma Kurdistanê de ragihand ku Tirkiyê 15-20 km ji axa Iraqê (Kurdistanê)kontrol dike.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Ebdulemîr Şemerî di foruma Bexdayê de axivî û diyar kir ku di navbera Bexda û Hewlêrê de hemahengî û hevkariyek baş heye.

Şemerî di nirxandina xwe ya li ser herêmên nakok ên ku di navbera Hêzên Çekdar ên Tirk û PKK de bûne qada nakokiyan got: “Hêzên Fermandariya Sînor, hêzên federal in. Ew li herêmên me yên sînor yên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê di bin fermandariya Hêzên Sînor de erkên xwe pêk tînin“. 15 heta 20 kîlometre xaka Iraqê di bin kontrola artêşa Tirk de ye.

Şemerî bal kişand ser operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) yên li ser sînorên Herêma Kurdistanê û got: “Di rewşa heyî de ji ber desttêwerdana Tirkiyê ya li Dihokê 15 heta 20 kîlometre xaka Iraqê di bin kontrola artêşa Tirk de ye. Ji ber operasyonên artêşa Tirkiyê yên li dijî PKKê, herêm veguheriye qada şer”.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê diyar kir ku ji bo çûna van xalan a ber bi xeta sînorê (leşkerî) ve bi Herêma Kurdistanê re hemahengî pêk hatiye û got: “Me bi hemahengiya li gel aliyê Tirkiyê dest bi tundkirina xeta sînor kir. Cewhera çiyayî ya herêmê vî karî zehmet û demdirêj dike“.

“80 nuqteyên kontrolê hatin avakirin” Şemerî got: “Niha kontrola sînorê ji Xanekînê heta Helebçeyê di rewşek gelekî baş de ye û nêzî 80 xalên kontrolê hatine danîn”. Wezîrê Navxwe yê Iraqê her wiha got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji dabînkirina ewlehiya Herêma Kurdistanê berpirsê sereke ye.

Back to top button