Polîtîk

Wezîrê Dadê: Li Îmraliyê tecrît tuneye 

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç, di derbarê Îmraliyê û tecrîta li Îmraliyê daxuyanîyek balkêş da.

Rêvebir û alîgirên PKK û DEM Partiyê bi salan e dibêjin li Îmraliyê tecrît li ser A. Ocalan heye û Kurdan pê mijûl dikin.

Bi ser ku Ocalan gelek caran bi rêya parêzer û serdanên Wekîlên HDP anî zimên ku tu tecrît li ser wî tuneye, PKK û DEM bi israr tecrîtê tînin zimên û rojeva Kurdan diguherînin.

Di vê derbarê de Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di derbarê Îmraliyê de daxuyaniyek balkêş da û got: “Li îmraliyê tecrîd tuneye”.

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, pirsên endamên Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan bersivand.  Tunç pirsa di derbarê Îmraliyê de wilo bersivand:

“Li Îmraliyê tecrîd nîne. Li wir înfaza mehkûmekî ku cezayê muebbetê yê giran lê hatiye birîn û heta mirinê hatiye înfazkirin didome. Di heman girtîgehê de çar mehkûm hene û dikarin di dema werzîşê û dema sohbetê de bên cem hev. Biryarên qedexekirina serdan û telefonê li gor biryarên Dadweriya Înfazê ve tên girtin. Ew mehkûmê li Îmraliyê serokê rêxistinek terorê ye. Ez dixwazim bala we bikşînim ku ji bo wî em gotina ‘brêz’ qebûl nakin“.

Back to top button