Emê di hilbijartinên serokkomariyê de nebin alîgirê berbijêrekî

Berdevkê Muhafizên Şoreşê yên Îranê General Remezan Şerîf, ragihand ku hêzên wî wê di hilbijartinên serokatiyê de “alîgirê tu berbijêrekî nebin”.
Şerîf diyar kir ku ew rêzê li hemû namzedên serokomariyê re digirin û teqez kir ku ewê piştgirî û dijberiya tu berbijêrekî nekin. Şerîf bal kişand ser girîngiya “beşdarbûna berfireh û dabînkirina ewlehiya proseya hilbijartinê”.
Ajansa nûçeyan Mêhr, a ku nêzî rêveberiyê ye, diyar kir ku ev daxuyanî nêzîkatiyekê ji bo namzetên ku peywendiyên wan bi Muhafizên Şoreşê re hene nîşan dide.
Di nava 6 namzedên ku ketine hilbijartinê, navê Serokê Meclîsê Mihemed Baqir Qalîbaf, ku berî bikeve nava siyasetê pêşengê Pasdarên Şoreşê bû, derdikeve pêş.
Şerîf diyar kir ku hêzên wan li ser “Beşdarbûna hilbijartinan, ewlekarî û ewlehiya hilbijartinan” dixebitin û “Parêzvanên Şoreşê” û hêzên baskê wê yên Besîc wek ku hera niha kirine hewl didin ku piştgiriya armancên hikûmeta pêşerojê bikin. Şerîf diyar kir ku “Ewê li hember namzedan nebin asteng û ewê piştgiriyê bidin serokkomarê ku ji aliyê gel ve bê hilbijartin”.


