Cîhan

Wezîra swêdî ”Sabuni” kete ber xezeba Evin Çetinê

 

Derdê xerîbiyê li Ewropayê ne tenê hesreta welat, bêriya xizm, dost û yarê kirin e. Êşên xerîbiyê pir in. Yek ji wan jî ”rasîzm” e, anku nijadperestî, zikreşî û neheqiyên li dijî bîyaniyan in.

Li Ewropayê, gelek caran dîploma zanîngehan û zîrekbûn têr nake ku bîyanî kariyêrên polîtîk û pozîsyonên bilind di karxaneyan de bi dest bixînin. Li pêşiya mirovan bend û kelemên eşkere û sergirtî hene. Kesên biyanî gelek caran bêkar dimînin anjî di karên cewaz û bi mehaneyên (meaş) kêm kar dikin. Neheqiyên li dijî wan, li cihên kar, nexweşxane, dibistan û deverên fermî eşkere xuyanî dikin.
Bê guman e ku ji bo ku rê li ber neheqiyan bê girtin, pirsgirêk gelek caran tê niqaşkirin, qanûnên nû têne derxistin. Lê dema beşek ji dezgehên dewletê yên dadgehkirin û polîsî ne xwedî helwestek rêkûpêk bin, qanûn jî weke tekstekî dimîne û zêde bandora xwe nabe…

Li welatên pêşketî rasîzma di nava bîyaniyan de nebûye cihê lêkolînan

Kesên bi xebatên mafên mirovan dadikevin dikarin baştir bibînin û bişopînin ku, li welatên pêşketî, nijadperest, alîkarên dîktatoran, oldarên konservatîv, parêzvanên fikir û îdeolojiyên hişk jî di nava xerîban de hene. Anku di nava bîyaniyan de rast jî hene û çep jî pir in. Kesên demokrat jî hene û nijadperest jî pir in.

”Nijadperestî”, ”bandora derûdor û malbatî”, ”tercumekirina hiziran bi şaşî”, ”eşq û serxoşiya text û tacan”, ”bikaranîna bîyaniyan weke navgînên polîtîk” û ”dûrketina ji rastiyê” dikare berê hinek kesên xerîb, bi zanabûn anjî nezanî bide rasîzmê. Rasîzma kesên bîyanî dibe du (2) serî:

– Bîyanî ji wan re dibin hedef
– Ewropî jî dikevin ber pêla êrîşê wan

Lê beşek ji dîtin û kirinên bîyaniyên nasdar anjî siyasetvanan hene ku, dikarin ji derve weke rasîzm bêne dîtin û nirxandin. Ji kirin û dîtinên wisa re hinek wext pêwîst e da ku bistewin û bêne fêmkirin û di rastiya jiyanê de bêne dîtin.

Li Ewropayê, bi çi navî bê navdarkirin, rasîzma xerîban jî heye û li benda lêkolînên piralî ye…
 
Rexneya Evîn Çetin li Wezîra integrasyonê Nyamko Sabuniyê

Wezîra karê muhacira, anku integrasyonê ya Swêdê Nyamko Sabuni bi eslê xwe ji Kongoya Efrîkayê ye. Ji awira însanî û mafê jinan ve gavên wê yên erênî hene.

Lê hinek ji kar û fikrên wê ku li dijî xerîban xuyanî bike hene ku, nikarin bêne fêmkirin. Pirtûka wê ya dawî ”Det nya Sverige” jî di vê çarçoveyê de rê ji bo niqaşên nû vekir.

Li Swêdê mafê dêbavan heye ku, bi zarokên xwe yên biçûk dakevin û ji bedêla karkirinê, demekê wext bi zarokên xwe re derbas bikin. Lê Sabuni dixwaze, mafê bîyaniyan kêm bibe. Her wisa, çînek nû ji xerîban ava bibe ku, di karxaneyan de bi mehaneyên pir kêm kar bikin…

Siyasetvana Kurd ji Sosyal Demokratên Swêdê û berendama parlemantoyê Evin Çetin di rojnameya rojane ”Aftonbladet” de, dîtinên Sabuni bi hişkî rexne kir. Çetîn, siyaseta toreyî ku dixwaze mafê xerîban kêm bike û wan weke tirale nîşan bide, weke neheqiyek mezin nîşan da.

Evînê dihêne zimên ku, hejmarek ji bîyaniyan di dibistanan de zîrek in û dîplomên wan pir baş in. Lê ji zanabûn û dîplomên wan sûd nayê girtin. Ew mecbûr dimînin ku di karên kêm meaş û bêkalîte de bixebitin. Sabuni, rewşa wan nabîne, naxwaze bibîne û rê li ber şaşîtiyê bigire. Dikeve şaşîtiya siyasetvanên nijadperest, bi hizirên xwe mercên jiyana xerîban nexweştir dike. Dema ev xet bidomîne li Swêdê dê çînek nû ji xerîban pêk bê ku li neheqiyên wan li wan dibin eşkeretir xuyanî bike.

Hizirkirina Sabuniyê çiqasî rast anjî şaş e, girêdana xwe bi rasîzmê heye an jî tune ye dê wext nîşan bide. Di pêşerojê dê baştir bê dîtin û fêmkirin. Lê tiştê eşkere ew e ku, niqaşa Çetinê ya nû pirsa xerîba û neheqiya li wan dibe ji nû ve anî rojeva hilbijartina Swêdê. Çetînê rojnamevan, siyasetvan û debatorên Swêdî li Sabuniyê sor kir. Bala siyasetvanê swêdî kişand ser bê edaletiya li dijî bîyaniyan pêk tên.

EuroKurd News

Back to top button