Kurd wek neteweyê duyem daxwaziya dikin
Endamê hevgirtina fraksiyonên Kurdistanî Samî Şoreş ragihand, ku di wê bernameyê de ya ku kurdan ew pêşkêşî fraksiyonên dinên Iraqî kirine, kurd wek neteweya duyema Iraqê hatiye nasandin û ji ber vê yekê, ji mafê kurdan e ku sekreterîya encûmena wezîrên Iraqê ji wan re be. Samî Şoreş got, ku kurd dixwazin sazkarî di hukûmeta nû ya Iraqê de çê bibin.
Samî Şoreş got, ku gerek êdî hemû desthilatdarî di destê serokê wezîran bi tenê de nebin.
Endamê hevgirtina fraksiyonên Kurdistanî Muhsin Sedûn jî da xuyakirin, ku heta niha ti alîyekî siyasî bersiva pirsên bernameya kurd nedaye û ev hefteyek derbas bûye, ku ew bername ji wan re hatiye pêşkêşkirin.
Li gora Muhsin Sedûn dayî xûyakirin, heta niha alîyên siyasîyên Iraqî, di derbarê bernameya kurd de bê deng in û ev tê wê wateyê, ku ew jê razî ne. Ji ber ku heger jê nerazî bûna, dê me agahdar bikirana , heta niha ti têbînî jî pêşkêşî me nekirine.
Weha jî hat nîşandan, ku heger her bersiva xal û pirsên nava bernameya kurd nehat dan, dibe ku kurd xwe vekişînin û hîngê, dê hukûmet bihilweşe.