Cîhan

Le Monde: Herêma Kurdistanê li ser deryayeke patrolê ye

Rojnameyeke frensayî ragehand, herêma Kurdistanê liser deryayeke petrola xam e û şîrketên navdewletî yên petrolê jî li benda yekalîkirina pirsgirêka rawestandina henardekirina petrola kêlgehên (bîrên) herêmê di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê de ne, da dest bi hilberînê li herêmê bikin ku li gor rojnamê dergeh li ber hilberînê li Besra dadixe.
 
Rojnameya Le Monde ya frensayî di jimara doh de ragehand, rêveberê bîra petrolê ya Teq Teq li Başûrê Kurdistanê Kan Savan eşkere kir ku: “Petrola xam a herêma Kurdistanê baştirîn cor e li cîhanê û bê hebûna av û gazê tê derxistin.” Li gor Le Monde, Savan diyar kiriye ku, niha berhema bîra petrolê ya Teq Teq rojane 60 hezar bermîl in û pêşbînî jî kiriye ku berhema wê di hundirê 5 salên dahatû de zêde bibe.
 
Rojname liser zimanê wezîrê samanên siruştî yê herêma Kurdistanê Aştî Hewramî daye zanîn ku astê berhemanîna petrolê rojane 100 hezar bermîl in, lê di hundirê 5 salên dahatû de astê berhemanîna petrolê 10 qatan li gor astê berhemanîna niha, zêde dibe. Herwiha rojnemaya navborî liser zarê pisporekî îraqî derbarê pirsgirêka rawestandina henardekirina petrola bîrên herêma Kurdistanê di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Bexdayê de, ragehandiye ku divê hikûmeta Îraqê vê pirsgirêkê çareser bike û kurd amade ne ligel Bexdayê lihev bikin.
 
Le Monde da xwiyakirin ku şîrketên navdewletî yên petrolê li benda yekalîkirina pirsgirêka destpêkirina henardekirina petrola herêma Kurdistanê ne, da dest bi hilberînê li herêmê bikin ku li gor rojnamê bilindbûna astê hilberîna petrolê li herêmê, dikare hilberînê li Besra ku xwediya mezintirîn yedeka petrolê li Iraqê ye, ji derb bixe. Loma wezîrê petrolê yê Îraqê Hisên Şehristanî gelek caran tekez kiriye ku her şîrketeke navdewletî ya petrolê ku bi awayekî rasterast girêbestan ligel hikûmeta herêma Kurdistanê îmze bike, wê bikeve lîsta reş.

 

(Rudaw)

Back to top button