Polîtîk

Şarederek MHPê jî, ji partiya xwe îstîfa kir

Serokê şarederiya MHP yê navçeya bajarê Konya /Kursunlu ji ber nakokiya referandumê ji  partiya xwe îstifa kir.

 

  Şaredar Samî Ulker di daxuyaniya xwe de balkişand ser guhertina Zagona Bingehîn ya Tirkiye û got :  Ez gohdariya dengê dilê  xwe dikim. Refarandum ji bo pêşeroja Tirkiyeyê pir girînge û firsatekî mezine. Ez wek şaxsekî nexwazim di nawa êniyekî de bimînin û ew cûdabûna êniyan  jî şaşîtiyek mezine. Ger kesek haz welat û milletê xwe bike divê piştgirya referandûmê bike.

 

    Ulker bi vî şeklî berdewam kir :Ez jî wek ferdekî hemwelatiyê difkirim ku guhertina Zagona Bingehîn pêwîste û alîgerê piştgirîdayînê refarandûmê me. Çimkî di naveroka pakêtê de derfetên erênî tîne li ber me ku êdî em dikarin  hesap ji  berpirsyarên 12 Îlonê bikin  û serbexoyîbûna Dadgerî jî tê de ye  ji ber vî rengê rayamin jî   ‘’ERÊ’’ ye û ez ji partiya xwe îstîfa dikim.

Back to top button